Mîgren serê gelek kesan diêşîne

  Mîgren serê gelek kesan diêşîne

Mîgren serêşiyek norolojîk e û bi destpêkirinavê nexweşiyê re mirov ji ronkayî û deng aciz dibe û gazindên dillihevketinê û verşandinê derdikeve holê. Li gor pisporan mîgren serêşiyek zêdeye ku di mehê de carek an du caran li mirov peyda dibe.

 

Li Tirkiyê û bakurê Kurdistanê ji her 100 kesî 16 kes
nexweşê mîgrenê ye. Jin ji mêran bêtir bi vê nexweşiyê ne. Ji her 10 jinan 2 jin û ji her 10 mêran 1 mêr bi mîgrenê dikevin. Stres yek ji girîngtirîn sebebêmîgrenê tê nîşankirin.

 

Guherandinên hormonî ku di bedena mirov de pêk tên, bêxewî û xwarin-vexwarin jî bandorek neyênî liser zêdebûna mîgrenê dikin.


Mîgren performansa mirov kêm dike û di pêwendiyên civakî de astengiyan dike. Lêkolînek ji aliyê fîrmeya Pfizer li heft welatan hatiye kirin eşkere dike ku ji sedî 55 kes di wê baweriyê dene ku gava ne bi nexweşiya mîgrenêbin çêtir dê û bavîtiya xwe dikin. Ji sedî 44 kes jî dibêjin ku mîgren pê re peyda nabe jinû mêrekî baştir e.

 

Jiber ku mîgren bandorek neyênî liser jiyana cinsî jî dike. Ji sedî 45 kes diyar dikin ku gava bi mîgrenê be kêmtir bi partnerê xwe re pêwendiyên cinsî dike û ji sedî 43ê kes jî eşkere dike ku qalîteya jiyana cinsî dikeve. Pispor pêşniyar dikin ku nexweşiya xwe ya mîgrenê cicdî bigirin û tedawî bibin.

 

hawar.net

LI GOTINEKÊ BIGERE

Tenduristî

Kêmxewyî û Nexweşiya Şekir

Kêmxewyî û Nexweşiya Şekir

Heger tu ji wan kesên ku heya dereniya şevê şiyarin, û roja din têra xwe aramiyê nastîini, gerek tu ha ji we hebe û îcar zû here nivîna razê, ji ber gereke tu herî kêm şeş saetan razê. Xwendinek...

Li Kurdistanê di 10 salan de 51 vakayên AIDS-ê peyde bûne

Li Kurdistanê di 10 salan de 51 vakayên AIDS-ê peyde bûne

Ji sala 1998-an heta 2009-ê, 51 haletên AIDS-ê li Herêma Kurdistanê hatiye tomarkirin   Sekreterê rojnamevaniyê yê wezîrê tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê Halo Hesen di daxuyaniyekê de ji...

Dermanên kolestrolê kêm dikin – zîrekbûnê jî kêm dikin

Dermanên kolestrolê kêm dikin – zîrekbûnê jî kêm dikin

  Dermanên kolestrolê kêm dikin – zîrekbûnê jî kêm dikin   Xwendinek tibbî herî dawî da xuya kirin ku, dermanên ku tên bi karanîn ji bo kêm kirina kolestrolê, û bi navê SATIN tê...
malperXANE KurdDOZ | AZADO | MihoKurd | info